Desteya Kurdî ya Serbixwe bi rûsipiyên eşîreyên Rojavayê Kurdistanê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Kurdî ya Serbixwe bi armanca yekkirina helwesta Kurdan ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, roja duhî roja Înê li bajarê Qamişlo ligel rûsipiyên çend eşîreyên Kurdî civiya.

Di civînê de belgeyek hat îmzekirin, tê de du xalên sereke cih girtin, ya yekem ew e “ji Amerîka, Rûsya û Netewên Yekgirtî daxwaz dikin ku ku mafên gelê Kurd di destûra Sûriyê ya paşerojê de bi cih bikin.”

Xala duyem jî, “daxwazê ji hêzên Amerîkî yên ku li Kurdistana Sûriyê ne dikin ku garantiyê bidin ku gelê kurd ji her gefeke muhtemel biparêzin”

Biryar e jî Desteya Kurdî ya Serbixwe wê belgeyê radestî Şanderê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê Ethan Goldrich bike.

Di vê derbarê de, Serokê Desteya Kurdî ya Serbixwe Zeyd SIfûq ji K24ê re got: “Armanca civînê ew e ku helwesteke yekgirtî ya Kurdî li ser avakirina Sûriyeke demokratîk hebe ku tê de gelê Kurd ligel pêkhateyên din hemû mafên xwe yên rewa û dadwerane bi dest bixin.”

Desteya Kurdî ya Serbixwe di sala 2016’an de hate damezrandin, ji siyasetmedar, akademîsyen û kesayetên civakî pêk tê û kar bi awayekî aştiyane dike ji bo gelê Kurd û hemû pêkhateyên din mafên xwe di Sûriyeke demokratîk de bi dest bixin.