HDP: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê divê pirsa Kurd bê çareserkirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê bi mebesta gotûbêjkirina pirsa Kurd ‘Konferansa Komara Demokratîk’ saz dike. Akademîsyen û siyasetmedarên beşdarî konferansê bûn da zanîn heta pirsa Kurd neyê çareserkirin demokratîkbûna Tirkiye jî ne pêkan e, ji bo vê pêwîst e di sedsala duyem a komara vî welatî de mafên sereke yên Kurdan di çarçoveya wekhevî û demokrasiyê de werin cîbicîkirin.

Pirsa Kurd ku ev sedsal in di komara Tirkiyê de nehatiye çareserkirin, di konferansa Komara Demokratîk de a ji hêla HDP ve li Stenbolê tê sazkirin wek babeteke sereke tê axaftin.

Akademîsyen û siyasetmedarên beşdarî konferansê bûn ji bo êş û pirsa Kurd ev sed sal in berdewam e di duyemîn sedsala Komara Tirkiyê de careke din rû nedin bal kişandin ser girîngiya safîkirina pirsa Kurd û cîbicîkirina mafê welatitiya wekhev.

Mafnas û Dîplomatê berê Prof. Dr. Riza Turmen got: “Li Tirkiyê gelek sal û zeman derbas bû lê hê jî pirsa Kurd nayê axaftin. Kes napirse ka bêyî çareserkirina pirsa Kurd dê çawa demokrasî were vî welatî? Ji bo avakirina komareke demokratîk pêwîst e pirsa Kurd were çareserkirin.”

Cîgira Hevserokên HDP Meral Daniş Beştaş ji K24ê re got: “Di bingeha pirsa Kurd de nebûna azadî û wekhevî heye. Miletên din çawa bi nasnameya xwe dijîn, miletê Kurd jî dixwaze bi nasnameya xwe bijî. Kurd azadî û wekheviyê dixwaze. Lê nêzîkatiya opozîsyon û desthilata siyasî di vê mijarê de ne baş in.”

Siyasetmedar Ahmet Tirk ku ji ber tûşî Koronayê bûbû bi awayekî online beşdarî konfernasê bû da zanîn projeyên komarê li ser Tirkkirina Kurdan hatibû avakirin û heta pirsa Kurd neyê çareserkirin demokrasî jî li vî welatî ne pêkan e.

Siyasetmedar Ahmet Turk got: “Di kongreyên Sêwaz û Erziromê de ji bo Kurdan soza xweseriyê hatibû dayîn lê piştî avakirina Komarê ev soz nehat cîbicîkirin. Îsmet Paşa li Kurdistanê geriya gelek rapor amade kir lê hemû jî li ser pişaftina Kurdan bû. Dewlet bi polîtîkayên zordest hebûna Kurdan înkar.  Heta ev pirsa Kurd neye axaftin û safîkirin tu pêşveçûnek bo Kurdan û bo gelên vî welatî dê çênebe.”

Konferansa ji 8 rûniştinan pêk tê û du roj dê bidome bi ragihandina encamnameyekê dê bi dawî bibe.