Li Stenbolê erdhej rûda

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Kagithane ya bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi hêza 3 erdhej qewimî.
Serokatiya Rêveberina Karesat û Rewşa Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand; navenda erdhejê, navçeya Kagithane ya ser bi parêzgeha Stenbolê bûye û bi hêza 3 pile rûdaye.
Li gor agahiyên Serokatiya Rêveberina Karesat û Rewşa Bilez a Tirkiyê (AFAD), erdhej di demjimêr 03:15 xulekan de, 10,66 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Hat ragihandin ku erdhej li gelek navçeyên Stenbolê yên li Aliyê Ewropayê hatiye hîskirin.