Otobuseke Diyarbekirê qeza kir: 8 mirî û 35 birîndar

Li gor zanyariyên destpêkê, di bûyerê de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Dînar a ser bi bajarê Afyonkarahîsarê, otobuseke rêwiyan ku ji Diyarbekirê derketibû rê û ber bi navçeya Bodrumê ya Muglayê ve diçû, qeza kir.

Li gor zanyariyên destpêkê, di bûyerê de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Gelek ambulans, agirkuj, hêzên ewlehiyê û tîmên AFADê gihîştin cihê bûyerê.

Parêzgariya Afyonkarahîsarê jî ragihand, li ser rêya navçeya Dînarê, otobusekê ku ji Diyarbekirê derketiye û ber bi Bodrumê ve diçû, ji ber ku şofêr kontrola dîreksiyonê ji dest daye, ji rê derketiye û wergeriyaye.

Herwiha eşkere kir, di bûyerê de 8 welatiyan canê xwe ji dest dane û 35 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.