Li Bedlîsê berfê deriyê dibistanan girt

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên rewşa hewayê, li navçeyên Norşîn, Xîzan, Motkiyê deriyên dibistanan bo rojekê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên rewşa hewayê, li navçeyên Norşîn, Xîzan, Motkiyê deriyên dibistanan bo rojekê hatin girtin.

Rêvberê Perwerdehiya Parêzgeha Bedlîsê Mehmet Emîn Korkmaz bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, bandora barîna berfê ya zêde ya li parêzgehê didome.

Korkmaz eşkere kir, bi liberçavgirtina tengasiyên li ber hatûçûnê, roja Duşemê 6ê Sibata 2023an, li navenda bajêr û navçeyên Norşîn û Xîzanê, dibistan dê girtî bin.

Qaymeqamiya Navçeya Motkiyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji ber şert û mercên rewşa hewayê, sibe Duşemê dibistan dê girtî bin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li saziyên hikûmetê, destûr ji karmendên astengdar û ducanî hatiye dayîn ku dikarin neçin ser karê xwe.