Li Hewlêrê termê zarokê ku winda bûbû hat dîtin

Îro li nahiya Kesnezan termê zarokekî hat dîtin û ew term, termê zarokê bi navê Eyûb Ehmed e, ku bûye du hefte winda bû.

Hewlêr (K24) – Polîsê Parêzgeha Hewlêrê ji Kurdistan24ê re ragihand, îro li nahiya Kesnezan termê zarokekî hat dîtin û ew term, termê zarokê bi navê Eyûb Ehmed e, ku bûye du hefte winda bû.

Îro Yekşemê 5ê Sibata 2023an, Rêveberê Polîsê Parêzgeha Hewlêrê Dilêr Necar ji Kurdistan24ê re ragihand, ew termê ku îro li nahiya Kesnezan a ser bi parêzgeha Hewlêrê hat dîtin, termê zarokê winda yê 13 salî Eyûb Ehmed e.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, termê Eyûb Ehmed ji aliyê welatiyekî li nahiya Kesnezan ve di çalekê de hatiye dîtin, piştre bo Tiba Dadî ya Hewlêrê hatiye veguhestin, da ku nasnameyê wî were eşkerekirin, piştre bavê Eyûb, Ehmed Se'dullah term dîtiye û fêm kiriye ku ew termê kurê wî ye.

Roja Sêşemê 31ê Çileya 2023an, Ehmed Se'dullah behsa çîroka kurê xwe kiribû ku roja Sêşemê 24ê Çileya 2023an di demjimêr 13:00an de kurê wî bi awayekî asayî ji malê derketiye derve.

Ehmed Se'dullah eşkere kir ku kurê wî berê jî ji bo lîstinê derdikete derve û vedigeriya malê, lê wê rojê Eyûb venegeriyaye malê, hemû cîran û xizm û nasên xwe agahdar kiriye, lê belê ti agahiyek bi dest nexistiye, piştre hêzên ewlehiyê agahdar kiriye û ji wê rojê ve lêgerîna zarokê 13 salî berdewam bû.