Ji bo Diyarbekirê hişyariya bahozê hat dayîn

Parêzgariya Diyarbekirê hişyarî da ku roja Duşemê dê bahoz li nav bajêr bibandor be û divê li gorî vê yekê jî welatî bergiriyên xwe bistînin ku ji dukêla sobeyan jehrî nekevin.
Diyarbekir, wêne: Mahîr Yuksel, K24
Diyarbekir, wêne: Mahîr Yuksel, K24

Diyarbekir (K24) - Parêzgariya Diyarbekirê hişyarî da ku roja Duşemê dê bahoz li nav bajêr bibandor be û divê li gorî vê yekê jî welatî bergiriyên xwe bistînin ku ji dukêla sobeyan jehrî nekevin.

Parêzgariya Diyarbekir ragihand ku sibe roja duşemê dê ji aliyê başûrê Diyarbekirê ve bahozek xurt were û dibe ku dê bandora xwe li jiyana rojane jî bike.

Herwiha parêzgarî dide zanîn ku bahoza xurt dibe ku bibe sedem dukelên sobeyan bandorê li nava malan bike ku welatî jê jehrî bikevin.

Di daxuyaniyê de hişyarî bo welatiyan tê dayîn ku li gorî rewşê bergiriyên xwe bistîn û bi baldarî tevbigerin û dê bandora bahozê serê sibê 08.00ê dest pê bike û heta dawiya rojê jî bandora xwe bidomîne.

Geşta asmanî ya Diyarbekir-Stenbolê jî ji ber berfê hat betalkirin ku danê sibê geşt hatibûn kirin û ji ber ku careke din berfê dest pê kir geşt betal bû, rewşa geştên şevê jî hîn nediyar e.