Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê îro serdana Bexdayê bike û dê ligel berpirsên Iraqê gotûbêjan bike.

Berdevkê Wezareta Derve Ehmed Sahaf di daxuyaniyeke rojnamenavî de ragihand, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Yekşemê serdana Bexdayê dike û ligel berpirsên payebilind ên Iraqê gotûbêjan dike.

Li gorî Ehmed Sehaf, şandeke pilebilind a Hikûmeta Rûsyayê û hejmarek ji nûnerên kompanyayên veberhênana petrol û gazê dê ligel Lavrov bin.

Got jî: Di civînên Wezîrê Derve yê Rûsya û berpirsên pilebilind ên Îraqî de, dê bihêzkirina pêwendiyên her du welatan bi taybetî di warê enerjiyê de were gotûbêjkirin.

Li gorî medyaya Iraqê, tê çaverêkirin ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî Bexdayê, serdana Hewlêrê jî bike.