Hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê hevkariyê di navbera NY û rêjîma Esed de şermezar dike

Îtîlaf
Îtîlaf

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) berdewamiya hevkariyê di navbera Netewên Yekgirtî û rêjîma Esed de şermezar dike û dibêje, Netewên Yekgirtî hewla cizakirina wê nade.

Piştî ku Netewên Yekgirtî belgeyên nûnerekî nû yê rêjîma Sûriyê li ofîsa xwe ya li Cenêvê wergirtin, Hevpeymaniyan Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) di daxuyaniyekê de ragihand, “Îtîlaf berdewamiya danûstandinên Netewên Yekbûyî bi rêjîma Esed re û pêşwazîkirina li nûnerên wê di ofîsên Netewên Yekbûyî de şermezar dike.”

Di daxuyaniya Îtîlafê de hat gotin: “Îtîlaf tekez dike ko rêjîma Esed nûneratiya miletê Sûrî nake û ew rijêmek e bi hevalbendên xwe re jenosayd pêk anîne û bi hezaran tawan li dijî sivîlan kirine, bi rêya bikaranîna çekên kîmawî, bermîlên teqîner û gelek çekên din. Ew berpirsa sereke ya trajediya mirovî ya gelê Sûriyê ye. Divê ev hemû tawan, rastî fişarên bibandor bên, ji bo veguhastina siyasî cibicî bibe û rejîmê û sembolên wê bên dadgehkirin, ne ku danûstandinên dostane bi wê re werin kirin.”

Îtîlaf di beşeke din a daxuyaniya xwe de dibêje, “Pêşkêşkirina her platformekê ji bo rêjîma Esed û hevkarên wê di civînên navdewletî de, tê wateya ku zêdetir paşxistin, xapandin û derewîn bên kirin, ji ber ku ji hemû cîhanê re hatiye îsbatkirin ku rêjîma Esed hemû hewlên siyasî yên girêdayî dosya Sûriyê asteng dike û hewl dide ku demê bi dest bixe, ji bo tawanên zêdetir pêk bîne, di demekê de ku civaka navdewletî tiştek ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji hovîtiya vê rêjîmê pêşkêş nekiriye.”