Akar: Vê mehê şandên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye ragihand, biryar e di meha Sibatê de, civîna hewalgirî û bergiriyê ya di navbera Tirkiye, Rûsya û Sûriye de birêve biçe.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulusî Akar di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li ser pirsa asayikirina pêwendiyên ligel hikûmeta Sûriye ragihand, biryar e vê mehê, civîna hewalgirî û berevaniyê ya di navbera Tirkiye, Rûsya û Sûriye de birêve biçe û dibe ku Îran jî beşdar bibe.

Lê, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye cih û rojeke rast ji bo hevdîtinê aşkere nekir.

Şandên Sûriye û Tirkiyê bi pêşengiya Wezîrên Berevaniyê yên her du welatan piştî 11 salan ji têkçûna pêwendiyên di navbera Enqere û Şamê de 28ê Berfanbara 2022an li Moskowa paytexta Rûsyayê civiyabûn. 

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, wezîran di civînê de rewşa Sûriyê û herwiha şerê li dijî tundrewên vî welatî gotûbêj kirin. Sûriyê jî encamên hevdîtinê bi erênî nirxandin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî berî demekê ragihandibû ku civînên wan bi aliyê Sûriyê re li ser asta wezîran, dê bidomin.