Peymangeha Al-Jazeera û Saziya Kurdistan24ê rêbernameyeke medyayî belav dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Kurdistan24 û Peymangeha Medyayî ya Al-Jazeera li bajarê Doha yê Qeterê peymanek hevkariyê di warê rawêjkariya medyayî de îmze kirin û kete warê cibicîkirinê, çend kursên curbicur derbarê kar û teknîkên medyayê de birêve çûn û heta niha jî berdewam in.

Di vê derbarê de malpera fermî ya Peymangeha Medyayî ya Al-Jazeera ragihand, bi hevkariya Kurdistan24 rêbernameyek derbarê çawaniya vegotina çîrokan di televîzyonan de bi Kurdî (Soranî) hat belavkirin.

Da zanîn jî, rêbernameyê agahdarî û karên herî girîng ji bo kesên ku dixwazin dest bi karê rojnamegeriyê bikin û raporên meydanî ji televîzyonê re berhem bînin, diyar dike.

Hûn dikarin rêbernameyê li vir bibînin