Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata nivîskar Ebdulkerîm Fendî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber koça dawiyê ya nivîskar û wêjekarê Kurdistanî Ebdulkerîm Fendî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ligel malbata wî nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyameke sersaxiyê de ragihand, “Mixabin me peyama koça dawî ya edîbê navdar ê Kurdistanê Ebdulkerîm Fendî bihîst ku demeke dirêj weke Rêveberê Giştî yê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmet kiribû û her wiha xwedî hejmareke berheman jî.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha got: “Ez behî û serxweşiyê li malbata wî ya birêz, dost û hevalên wî dikim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan.”