Li Bakurê Kurdistanê erdhejeke bihêz rûda.. Bi dehan kes bûne qurbanî

Diyarbekir (K24) – Li navçeya Pazarcik a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê di demjimêr 04:20 xulekan de erdhejeke bihêz rûda.
Erdhej li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Misir, Lubnan û Iraqê jî hat hîskirin.
AFADê ragihand, erdhej bi hêza 7.4 qewimiye û navenda wê navçeya Pazarcik a Mereşê ye.
Li gorî amarên dawî yên AFADê, di erdhejê de 76 kesan canê xwe ji dest dane 440 kes brindar bûne.