AFAD: Di erdhejê de 76 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Pazarcik a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê di demjimêr 04:20 xulekan de erdhejeke bihêz rû da, di encamê de bi dehan kesan canê xwe ji dest dane û hejmarek ji avahiyan hilweşîne.

Erdhej li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Misir, Lubnan û Iraqê jî hat hîskirin.

Serokatiya Rewşa Bilez û Karesatê ya Tirkiyê (AFAD) di daxuyaniyekê de ragihand, heta demjimêra 06:30, li 7 bajaran, mirina 76 kesan hatiye tesbîtkirin. Her wiha 440 kes jî birîndar bûne.

Di vê derbarê de, Parêzgarê Mereşê Omer Faruk Coşkun ragihand,  ew niha nikarin çi amaran li ser avahiyên ku hilweşiyane bidin, lê ew tûşî ziyaneke mezin bûne.

Bajarê Rihayê yê bakurê Kurdistanê jî yek ji wan bajaran e ku bi dijwarî hets bi erdhêjê kiriye. Li gor zanyariyên destpêkê li Rihayê avahiyek 16 qatî hilweşiyaye û 10 niştecihên wê avahiyê canê xwe ji dest dane û 110 kes jî birîndar bûne.

Parêzgarê Osmaniyê Erdinç Yılmaz eşkere kir ku wan hest bi erdhêjeke tund kirine, li Osmaniyê jî 65 avahî hilweşiyane û ew niha bi tîmên taybet te mijûlê ziyanên erdhejê ne.

Tê nûkirin..