Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Em ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hevxemiya xwe ligel qurbaniyên erdheja îro ragihand û da zanîn, wê pêwendî ligel aliyên pêwendîdar pêk anîne ku di demeke kurt de bi hewara mexdûrên erdhejê ve biçin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di daxuyaniyekê de ragehand: Hevxemiya xwe ya kûr radegehînin bo ziyanlêketî û qurbaniyên karesata erdheja li Tirkiye û Sûriyê rû daye. Mixabin ji ber vê bûyerê gelek kesan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne û derveyî wê jî ziyaneke mezin a madî çêbûye.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin: Ji ber wê û ji bo bi hewarçûna ligel mexdûran, em di amadebaşiya temam de ne û me pêwendî ligel aliyên pêwendîdar pêk anîne, ji bo ku bi awayekî bilez bi hewara mexdûran ve biçin û hewkariyên pêwîst bigehînin wan, ji bo wê jî em li benda bersiva aliyên pêwendîdar in.

Diyar kir jî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêwendî bi Konsolosxaneya Tirkiyê, Heyva Sor a Tirkiyê û çend rêxistinên Sûriyê re kiriye û amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina her cure alîkariyê nîşan daye.

Tekezî li ser wê hate kirin jê, “Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di amadebaşiya temam de ne, ji bo her egereke pêkhatina erdhejê û bilez çûyîna bi hewara mexdûran de.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî banga li hemû xelkê Kurdistanê dike ku alîkariya mexdûran bikin û wek her car piştevaniya dezgehê bikin ji bo gehandina hevkariyan û beşdarî di kampînên gehandina hevkariyan bo qurbaniyên bûyera erdhejê bin, wek berpirsyartiyekî mirovî û giyanê hevkarî ya di dema bûyer û pêşhateyên wiha de.