Erdogan: Di erdhejê de 912 kes bûn qurbanî û 5385 kesî birîndar in

Navenda Nûçeyan (K24) – Di erdhêja Mereşê de hejmara welatiyên ku canê xwe ji dest dane, gihişte 912 kesan.

Îro danê sibê erdheje bi hêza 7.7 pile li ser pîvera Richterê li parêzgeha Mereşê rû da, li Tirkiye, Bakur û Rojavayê Kurdistanê gelak xanî hilweşiyan û hejmarek mezin ji welatiyan bûn qurbanî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir, di erdhêja Mereşê de 912 welatî canê xwe ji dest dane û 5 hezar û 385 welatî jî birîndar bûne.

Erdogan diyar kir, ji NATOyê heta Ewropayê 45 welatan dixwazin alîkariya Tirkiyê bikin.