Mesrûr Barzanî: Tîmên me yên hawarhatinê amade ne alîkariya mexdûrên erdhejê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, wî saziyên hikûmetê, Wezareta Tendirustiyê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî raspardine ji bo alîkariya bi mexdûrên erdheja li Tirkiye û Sûriyê re bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twîtter” ragihand: “Ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê, min saziyên hikûmetê, Wezareta Tendirustiyê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî raspardine ku di xebatên alîkariyê de hevahengiyê ligel Heyva Sor li Tirkiye û Sûriyê bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn jî, “Ji bo vê mebestê, heta niha 3 tîmên hawarhatinê û 25 ambûlans amade ne.”
Îro danê sibê erdheje bi hêza 7.7 pile li ser pîvera Richterê li parêzgeha Mereşê rû da, li Tirkiye, Bakur û Rojavayê Kurdistanê gelak xanî hilweşiyan û hejmarek mezin ji welatiyan bûn qurbanî.
In solidarity with victims of the earthquake, I have instructed govt bodies, the Health Ministry and the @BarzaniCF to collaborate with the Red Crescent and assist in rescue efforts in Turkey and Syria.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) February 6, 2023
As of now, three rescue teams backed by 25 ambulances have been organized.