Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihiştin Bakurê Kurdistanê

Piştî bûyera erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tîmeke berfireh bo alîkariya mexdûrên erdhejê bi hemû pêwîstiyên bijîşkî amade kirin û yekem karwan jî gihîşte Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Hewlêr (K24) – Piştî bûyera erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tîmeke berfireh bo alîkariya mexdûrên erdhejê bi hemû pêwîstiyên bijîşkî amade kirin û yekem karwan jî gihîşte Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Îro Duşemê 6ê Sibata 2023an, Rewa Hacî yê ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand, yekem karwanê wan ku ji 15 wesayît û 50 karmendên şareza yên warên hawarçûna destpêkê û xizmestên bijîşkî, ji Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl ve gihîşte Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Rewa Hacî eşkere kir, piştî raspartina saziyên hikûmetê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hevahengiyeke temam heye ligel Wezareta Tendirustiyê û navenda hevbeş a hevahengiya qeyranan (JCC) û aliyên din ên pêwendîdar.

Hacî bal kişand ser amadebaşiyên tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê û got: “Her rêyek hebe, tîmên me dê xwe bigihînin navçeyê û alîkariyên pêwîst pêşkêşî mexdûrên wê derê bikin, ku niha em bi temamkirina rêkarên îdarî mijûl in, da ku em ji xala sînorî ya navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê derbas bibin.”