AFAD: Di erdhejê de 1762 kesan canê xwe ji dest dan

AFADê ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, derketiye 1762 kesan, herwiha 12 hezar û 68 kes birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) - AFADê ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, derketiye 1762 kesan, herwiha 12 hezar û 68 kes birîndar bûne û 5 hezar û 606 xanî hilweşiyane.

Serokê Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) Yunus Sezer di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, welat li hember yek ji erdhejên herî mezin ên di dîrokê de rûbirû ye.

Yunus Sezer eşkere kir, îro 6ê Sibata 2023an di demjimêr 04:17 xulekan de bi hêza 7.7 pile, ku navenda wê navçeya Pazarcik a Mereşê bû, di demjimêr 13:24 xulekan de jî, bi hêza 7.6 pile, ku navenda wê navçeya Elbistanê bû, erdhej rûdane.

Sezer eşkere kir ku hemû wezîrên hikûmetê li 10 bajarên ku ketine bin bandora erdhejê, belav bûne.