Parlamenterê AK Partiyê di erdhejê de jiyana xwe ji dest da

Yakup Taş ku li parêzgeha Semsûrê di erdhejê de di bin kavilên avahiyê de mabû, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamanterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Yakup Taş ku li parêzgeha Semsûrê di erdhejê de di bin kavilên avahiyê de mabû, jiyana xwe ji dest da.

Yakup Taş ku parlamanterê AK Partiyê yê Semsûrê bû, ji ber erdheja ku navenda wê navçeya Pazarcik a Mereşê bû û bajarên derdorê jî ket bin bandora erdhejê, li bajarê Semsûrê di bin kavilên avahiyê de mabû û canê xwe ji dest da.

Derbarê hejmara qurbaniyan de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, derketiye 3549 kesan, herwiha 22 hezar û 168 kes birîndar bûne.

Recep Tayyip Erdogan îro sêşemê di konferanseke rojnamevaniyê de daxwaz kir, alîkariya rizgarkirina wan welatiyan bikin ku ji ber erdhejê di bin kavilên avahiyan de asê mane û welatiyên ku ji ber erdhejê ziyan gihîştiye wan.