Hevpeymaniya Navdewletî daxwazekê ji PDK û YNKê dike

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz dike, li ser mijara çaksaziya Wezareta Pêşmerge, di hevahengiyê de bin.

Hewlêr (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz dike, li ser mijara çaksaziya Wezareta Pêşmerge, di hevahengiyê de bin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser hesabê xwe yê Twitterê , ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz dike, bi hev re alîkarên hev bibin û yadaştnameya hevtêgihiştinê ya navbera Amerîka û Wezareta Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cîbicî bikin.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku Hevpeymaniya Navdewletî şanaziyê bi wê yekê dike ku hevbeşê Pêşmerge ye û pabend in bi berdewamiya şêwir û hevkariyên xwe yên ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ji bo jinavbirina DAIŞê.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir, derbarê çaksaziya Pêşmerge de ew pêşwaziyê li hevahengî û nêzîkbûna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikin.

Herwiha hat destnîşankirin ku yekbûna Herêma Kurdistanê dê bibe sedema parastina asayîş û seqamgîriya Iraq û navçeyê bi giştî.