Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêwendiyeke telefonî encam dan

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê, hemû amadehiyên Herêma Kurdistanê ji bo hawarçûna ziyandîtiyên erdhejê nîşan da.

Îro Sêşemê 7ê Sibata 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêwendiyeke telefonî encam dan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe û ya Herêma Kurdistanê ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê, ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê re gihand û hêviya başbûna bilez ji bo birîndarên vê karesatê xwest.

Mesrûr Barzanî herwiha hemû amadebûnên Herêma Kurdistanê ji bo hawarçûna ziyandîtiyên erdhejê nîşan da.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ji bo hevxemî û alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.