Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê banga alîkariyê ji bo qurbaniyên erdhejê dike

Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê yên li herêma Efrînê bang li raya giştî û rêxistinên mirovî û welatan kir.
Efrîn
Efrîn

Hewlêr (K24) – Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê yên li herêma Efrînê bang li raya giştî û rêxistinên mirovî û welatan kir.

Duh 6ê Sibatê, erdhejeke bi hêza 7.7 pile li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê rû da, li Rojava û Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Iraq, Lubnan û çend welatên din ên herêmê jî hat hîskirin, li herêma Efrînê jî gelek kes bûne qurbanî û hejmarek mezin ji xaniyan hilweşiyan

Ji ber erdhejê, gelek xanî li nava bajarê Efrînê û gelek navçe û gundan hilweşiyan, lê herî zêde bajarokê Cindirêsê ziyan derket ku zêdetir ji xaniyan hilweşiyan û hejmarek mezin ji welatiyan bûn qurbanî.

Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê yên li herêma Efrînê bang li raya giştî û rêxistinên mirovî û welatan kir.

BANGA RÊXISTINA PDK-SÊ WIHA YE:

Ji raya giştî ya cîhanê, rêxistinên mirovî û xêrxwazî û hikûmetan re:

Bi navê qurbaniyên ku hîn di bin kavilan de ne û birîndaran, bi navê hezaran jin û zarokên ku li erdê radizên û asman banê wan e û bi navê dayikên dilşewitî, em bang li we dikin ku giyanê her kesî rizgar bikin û hemû tiştên pêwîst ji bo ziyandîtiyên vê karesata ku bi serê niştecihên herêma Efrînê û bi taybetî bajarokê Cindirêsê de hatiye, pêşkêş bikin.

Her wiha em bang li rêhevalên xwe yên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye yên li her derê dikin ku bi tevahî seferber bibin û çi ji destê wan were, ji qurbaniyên erdhejê re bikin.

Em ji şehîdên me re dilovanî û ji birîndarên me re jî başbûnê dixwazin.

Efrîn 7/2/2023

Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye