Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 2150 kesî

Bajarokê Cindirêsê
Bajarokê Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber kêmbûna karînên bijîşkî û tîmên hawarhatinê, hejmara qurbaniyên erdhejê li Efrîn û hemû herêmên din ên Sûriyê zêde dibe.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara qurbaniyên erdhejê heta niha gihiştiye 2150 kesî, ji wan 1062 kes li deverên rêjîmê ne û 1088 kes jî li Efrînê û deverên din ên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne, her wiha zêdetir ji 2 hezar kesan jî birîndar bûne.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcik a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhej li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hest pê hate kirin û hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û welatî bûn qurbanî.

Li gorî zanyariyên ji Efrînê ketine destê K24ê, li Efrîn, gund û navçeyên wê hejmarek mezin ji xanî û avahiyan hilweşiyan, bi taybet li bajarokê Cindirêsê ku dora 50 avahî û xanî hilweşiyane û heta niha dora 100 kesî canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî di bin kavilan de asê mane.

Her wiha Rewangehê got, hejmara zêde ya qurbaniyan ji ber kêmbûna karînên tîmên bijîşkî, kêmbûna pêdiviyên hawarçûnê û dermanan e. Rewangehê bang li aliyên navdewletî kir jî, bilez destwerdanê ji bo rizgarkirina birîndaran û rûbirûbûna karesata mirovî bikin.

Her di vê derbarê de jî, Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê yên li herêma Efrînê bang li raya giştî û rêxistinên mirovî û welatan kir. 

Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê di bangewaziya xwe de got: “Bi navê qurbaniyên ku hîn di bin kavilan de ne û birîndaran, bi navê hezaran jin û zarokên ku li erdê radizên û asman banê wan e û bi navê dayikên dilşewitî, em bang li we dikin ku giyanê her kesî rizgar bikin û hemû tiştên pêwîst ji bo ziyandîtiyên vê karesata ku bi serê niştecihên herêma Efrînê û bi taybetî bajarokê Cindirêsê de hatiye, pêşkêş bikin.”