Erdhej.. Li Cindirêsa Efrînê zêdetir ji 300 kesî canê xwe ji dane

Bajarokê Cindirêsê
Bajarokê Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihand, di erdhejê de tenê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê de, zêdetirî 300 kesî canê xwe ji dest dane.

Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûrî ku erkê derxistina welatiyan ji xanî û avahiyên hilweşyayî radibe li ser hejmara xwe ya tora civakî belav kir, “li bajarokê Cindirêsê, rewş karesat û wêranî ye. Piştî erdheja dijwar, dîmenên tirsnak di dema operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê de tên dîtin.”

Derbarê ziyanên canî de diyar kir, li Cindirêsê zêdetirî 300 kesî ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne.

Destnîşan kir jî, bi sedan malbat di bin kavilan de mane û tîmên wan ji bo rizgarkirin û derxistina kesên ji bin avahiyan de di karên xwe de berdewam in.

Bajarokê Cindirêsê, navçeyek ji 7 navçeyên Efrînê ye û 20 k.m li başûrê rojavayê bajarê Efrînê dikeve û zêdetir ji 50 hezar kes lê dijîn.

Her di vê derbarê de jî, Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê yên li herêma Efrînê û navçeya Cindirêsê bang li raya giştî û rêxistinên mirovî û welatan kir.