Erdogan: Di erdhejan de 8 hezar û 574 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro gihîşt bajarê Mereşê û got, di erdhejan de 8 hezar û 574 kesan canê xwe ji dest dan.

Serokomarê Tirkiyê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Mereşê di gotarekê de agihand, “Heta niha 8 hezar û 574 kesan canê xwe ji dest dane, 49 hezar û 133 kes birîndar bûne û 6 hezar û 444 avahî hilweşiyane.”

Erdogan got jî: “Me hemû derfetên xwe seferber kirine. Em bi şaredariyan û taybet bi AFAD'ê re xebatên xwe dimeşînin.”

Erdogan got jî: “Ez li vir daxuyaniyekê didim. Em bi otêlên Alanya, Antalya, Mêrsîn re axivîn. Ger welatiyên me bixwazin, em dikarin gelê xwe li otêlên van parêzgehan bi cih bikin. Em ê hemû pêwîstiyên we li otêlan bicîh bînin.”

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.