Kurdistan24 û Peymangeha Al-Jazeera xuleke rojnamevaniya lêkolînerî vedikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdistan24 bi hevkariya Peymangeha Medyayî ya Al-Jazeera xuleke rojnamevaniya lêkolînerî li Hewlêrê vedikin.
Xule dê roja 5ê Adara 2023an de dest pê bike û dê çar rojan berdewam bike, kesê ku bixwaze beşdarî xuleyê bibe dikare bi lînka jêrîn, navê xwe tomar bike.
Ji bo tomarkirinê li vir bitikînin
Roja 2.10.2022an, Saziya Medyayî ya Kurdistan24 û Peymangeha Medyayî ya Al-Jazeera rêkeftinek îmza kirin û ew rêkeftin ketiye warê cîbicîkirinê û çend tîmên Peymangeha Al-Jazeera li baregeha sereke ya Kurdistan24ê li Hewlêrê ne.
