Li Meletiyê bi hêza 5,3 pile erdhej

Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê ku li herêma erdhejê ye, bi hêza 5,3 pile, erdhejeke nû qewimî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê ku li herêma erdhejê ye, bi hêza 5,3 pile, erdhejeke nû qewimî.

Li gor zanyariyên li ser malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), li navçeya Doganşehîr a Meletiyê bi hêza 5,3 pile, erdhej rûda.

Hat ragihandin ku erdhej 3,08 kîlometre di bin erdê de qewimiye.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Îro Serokomarê Tirkiyê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Mereşê di gotarekê de ragihand, “Heta niha li Tirkiyê 8 hezar û 574 kesan canê xwe ji dest dane, 49 hezar û 133 kes birîndar bûne û 6 hezar û 444 avahî hilweşiyane.”