Encûmena Wezîran kampanyayeke berfireh ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdheja Tirkiye û Sûriyê radigihîne

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 8ê Sibatê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û biryar da ku kampanyayeke berfireh ji bo alîkarîkirina ziyandîtiyên erdhejê yên li Tirkiye û Sûriye ragihîne.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya Herêma Kurdistanê ji bo kesûkar û malbatên qurbaniyên erdheja herdu welatên Tirkiye û Sûriye cardin anî ziman û tekez kir ku Herêma Kurdistanê li gor şiyana xwe, hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî ziyandîtiyên vê karesatê dike û ji bo vê mebestê jî, di çend rojên borî de, yekemîn karwanê hawarçûn û alîkariya Herêmê bo Tirkiyê hatiye gihandin û prose berdewam dibe. Di heman demê de rêkarên pêwîst jî hatine cîbicîkirin ji bo şandina karwanê hawarçûnê ji bo navçeyên ziyandîtiyên Sûriyê.

Li ser vê mijarê, Encûmena Wezîran biryar da, kampanyayeke berfireh a gihandina alîkarî û komkirina alîkariyan ji bo ziyandîtiyên karesatê ragihîne û parêzgar û serperiştyarên îdareya serbixwe hatin raspartin, ji bo vê mebestê rêkarên pêwîst bigrin ber xwe.

Piştre di civînê de raportek derbarê rêkarên xweparêziya ji karesatên erdhej û amadekariyên bijîşkî ji bo rûbirûbûna di dema rûdana karesata sirûştî û sînordarkirina ziyanên erdhejê, ji aliyê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî ve hat pêşkêşkirin.

Beşa duyem a civînê, li ser pêşkêşkirina peyrewa desteya mitmanebexşîna saziyan û programên perwerde û xwendina bilind a li Herêma Kurdistanê, ji aliyê Wezîra Herêmê bo Karûbarên Parlamentoyê Vala Ferîd ve hat pêşkêşkirin. Encûmena Wezîran peyrewa xwe bi yekdengî pesend kir.

Encûmena Wezîran herwiha li ser çaresekirina kêşe û giriftên xizmetguzariyên giştî li çend navçeyên Herêma Kurdistanê gotûbêj kir, li ser vê mijarê ji aliyê pêwendîdarên hikûmetê ve hat raspartin, kar ji bo baştirkirina xizmetguzarî û nehiştina kêşe û giriftan bikin.

657
890890
546546
3452
6546