Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê ji bo ziyandîtiyên erdhejê daxwaza alîkariyê dike

Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê ya li Hewlêrê ji welatiyên Herêma Kurdistanê daxwaz dike, alîkariya ziyandîtiyên vê erdheja bihêz bikin, ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmareke mezin bûne qurbanî û heta niha jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê ya li Hewlêrê daxwaz kiriye, welatiyên Herêma Kurdistanê wan kelûpelan bibexşînin ku ji bo ziyandîtiyên erdhejê pêwîstiyên sereke ne û veguhestina wan hêsan e, wek; cilûbergên zivistanê, betanî, kîsê xewê û xwarinên qutîkirî.
Herwiha konsulxaneyê lîsteya pêwîstiyan belav kiriye, da ku welatiyan û aliyên ku dixwazin alîkariyê bigihînin ziyandîtiyên erdhejê.
