Li mizgeftên Herêma Kurdistanê nimêja cenazeyê ji bo qurbaniyên erdhejê tê kirin

Hewlêr (K24) – Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê biryar dan, nimêja cenazeyê ji bo kesên ku li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê di erdhejê de canê xwe ji dest dane, bikin.
Li gor biryarê, roja Înê 10ê Sibata 2023an, piştî nimêja Înê, nimêja cenazeyê were kirin û ji bo başbûna birîndaran dua were kirin.
Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li gor amarên fermî, heta niha 9 hezar û 57 kesan canê xwe ji dest dane û 52 hezar û 979 kes birîndar bûne.
Herwiha ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane