Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya ziyandîtiyên erdhejê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li jêr rênimayên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Desteya Damezrêner a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, tîmên hawarhatinê yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê, ber bi Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ve bi rê ketin.

Piştî erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, tîmeke perwerdekirî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hemû pêdiviyên bijîşkî ve gihişte Tirkiyê, Ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê, karwana yekem jî ji 15 otomobîl û 50 karmendên rizgarkirinê pêk hatibû.

Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî ragihand, piştî bidawîhatina proseya îdarî li xalên sînorî yên navbera Herêma Kurdistanê û (Bakurê Sûriyê) de, tîmên wê amade ne ku ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bişînin Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Di rapora Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî de hatiye, tîmên tenduristiyê yên ji bo Tirkiyê hatine şandin, ji stafeke bijîşkî ya pisporiya cuda, ambûlans û pêwîstiyên tenduristiyê pêk tê. Karê wan yê rojane dermankirina birîndaran, dabînkirina derman û veguhestina birîndaran bo nexweşxaneyan bi ambûlansê ye.

Her wiha Tîma Dabeşkirin û Rizgarkirinê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji kadroyên perwerdekirî pêk tê ku di warê hawarhatin û rizgarkirinê de perwerdeya pêwîst wergirtine, ji bo piştevaniya tîma Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Her wiha Tîma Dabeşkirinê ya Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî amade ye alîkariyan li cihê bûyerê jî belav bike.