Kurdistanê kampanyayeke mezin a alîkariyê ji bo zîyandîtiyên erdhejê daye destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kampanyên komkirina alîkariyan ku li gelek deverên Herêma Kurdistanê ji bo ziyandîtiyên erdheja li Tirkiye û Sûriyê hatibû destpêkirin, îro di roja duyemîn de berdewam dikin.

Kampanyayên komkirina hevkarî û alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê, li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û gelek deverên din ên Herêma Kurdistanê dest pê kirine.

Di vê derbarê de, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw duhê êvarê ragihand, li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kampaniyek berfireh a komkirina alîkariyan ji bo qurbaniyên erdhejên ku hem li Tirkiye û hem jî li Sûriyê rû dane, dest pê kir.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî parêzgar û serperiştyarên îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê jî raspardin ku tedbîrên pêwîst di vê derbarê de bigirin.

Karwanên hevkarî û alîkariyên hawarhatinê ji Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyê bûne û ev operasyon dê berdewam bin. Di heman demê de tedbîrên pêwîst ji bo derbasbûna karwanên hawarhatinê bo navçeyên ziyanpêketî yên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hatin girtin.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û li gorî amarên dawî, heta niha li Maraş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê 12 hezar û 914 kesan canê xwe ji dest dan û 62 hezar û 914 kesjî birîndar bûn.

Bandora Erdhejê bi awayekî mezin li bakurê rojavayê Sûriyê û herêma Efrînê û bi taybet li navçeya Cindirêsê kiriye ku bi dehan xanî û avahî hilweşiyan. Li gorî Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûrî jî, hejmara qurbaniyên erdhejê li bakurê rojavayê Sûriyê û Cindirêsê gihiştiye zêdetir ji 1900 kesî û bêtirî 2950 kes jî birîndar bûne, tê pêşbînîkirin jî ku ev hejmar bi awayekî berçav zêde bibe ji ber hebûna bi sedan malbat di bin kavilan de.

Şêniyê navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê gazinan ji kêmbûna gihîştina alîkariyan dikin, her wiha ji  ber kêmbûna karînên bijîşkî û tîmên hawarhatinê, hejmara qurbaniyên erdhejê li Efrîn û hemû herêmên din ên Sûriyê zêde dibe.

Netewên Yekgirtî jî got, alîkariya ji bo Bakurê rojavayê Sûriyê di riya Tirkiyê re dê îro Pêncşemê dest pê bike.

Bajarokê Cindirêsê