Mûsa Ehmed: Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê bigihin Efrînê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24 re ragihand, 2 rojên din tîmên dezgehê dê bigihin bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û dê alîkariyan li ser ziyandîtiyên erdhejê belav bikin.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, herêma Efrînê û Sûriyê bi hezaran xanî û avahi hilweşiyan û bi hezaran kes bûn qurbanî. Li gorî amarên dawî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 12 hezar û 914 kesan canê xwe ji dest dan û 62 hezar û 914 kes jî birîndar bûn. Li Efrîn û navçeyên Idlibê jî zêdetir ji 1900 kesî canê xwe ji dest dane û nêzîkî 3 hezar kesî jî birîndar bûye.

Piştî erdhejê jî, li jêr rênimayên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Desteya Damezrêner a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, tîmên hawarhatinê yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê, derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûne.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24 re ragihand, karwaneke baş a hevkariyan hatiye amadekirin û hejmareke mezin a otomobîlan û alîkarî û dermanan û dê 2 rojên din bigihin bajarê Efrînê û dê li ser ziyandîtiyên erdhejê bê belavkirin.