Hejmara qurbaniyên erdheja Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi ser 4 hezar kesî ket

Bajarokê Cindirêsê
Bajarokê Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî derbasbûna zêdetirî 100 demjimêran li ser erdheja wêranker re û ji ber kêmbûna karînên bijîşkî û tîmên hawarhatinê, hejmara qurbaniyên erdhejê li Efrîn û hemû herêmên din ên Sûriyê zêde dibe.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara qurbaniyên erdhejê heta niha gihiştiye 4037 kesî, ji wan 1797 kes li deverên rêjîmê ne û 2240 kes jî li Efrînê û deverên din ên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne, her wiha zêdetir ji 5200 kesan jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihand, piştî derbasbûna dora zêdetir ji 100 demjimêran di ser erdhejê re û hebûna bi sedan malbatan di bin kavilên avahî û xaniyên wêrankirî de, tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan gelekî zêde bibe.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhejê bandoreke wêranker li herêma Efrînê û bakurê Sûriyê kir û hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û welatî bûn qurbanî.

Di vê derbarê de Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ragihand, li bajêr ku 115 hezar kes lê dijîn, ji encama erdheja rû daye, rewşa mirovî gelekî aloz bûye û  257 avahî bi temamî hilweşiyane û 1100 xanî ziyan dîtine.

Li gorî amarên Odeya Operasyonan heta niha, 756 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane û 2692 malbat bê cih û war mane.