NY: Bilez li Sûriyê agirbest ragihînin
Hewlêr (K24) – Berpirsê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku demildest agirbest li Sûriyê were ragihandin, da ku bi awayekî hêsantir alîkarî bo hemû ziyandîtiyên erdhejê were gihandin.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, di vê demê de ku Tirkiye û Sûriye tê re derbas dibin, daxwaza gihandina bilez a alîkariyan dikin ji bo hemû wan kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.
Herwiha hat destnîşankirin, Berpirsê Mafên Mirovan yê li Neteweyên Yekbûyî Volker Turk daxwaza ragihandina demildest a agirbestê li Sûriyê dike.
Di twîtê de hat diyarkirin ku ew berpirsê Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku rêz li mafên mirovan were girtin û hemû pabendî yasayên mirovî bin, da ku alîkarî bigihin destê hemû wan kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
At this terrible time in #Türkiye & #Syria, we call for urgent delivery of assistance to ALL in need. UN Human Rights Chief @volker_turk calls for immediate ceasefire in Syria, and full respect of #humanrights & humanitarian law obligations so help can reach everyone. pic.twitter.com/l9MJEQixYg
— UN Human Rights (@UNHumanRights) February 10, 2023