Serokwezîrên Îtalya û Hollanda: Pêwendiyên me yên bihêz ligel Herêma Kurdistanê hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîra Îtalya Georgia Meloni û Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte ji Kurdistan2 re eşkere kirin, peywendiyên siyasî û aborî yên xurt di navbera Herêma Kurdistanê, Îtalya û Hollandayê de hene.

Serokwezîrê Holendayê eşkere kir ku wî li Davosê civîneke girîng ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêk anî û di civînê de behsa pêşkeftina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Serokwezîra Îtalyayê jî ku vê dawiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi fermî û protokolî ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin, got: “Hêvîdar im di zûtirîn dem de vegerim Herêma Kurdistanê.”

Di dema borî de Îtalya û Hollanda gelek alîkariyên leşkerî û aborî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiribûn û ew her du welat jî endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ne û hêzên Pêşmerge rahênan kirine.

Her du welatan jî bi rêya kompaniyên xwe yên di warê aborî û çandiniyê de li Herêma Kurdistanê de hevkarî kirine.