Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihişte Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gihîştina rêkeftinekê li ser çend pirsên hilawîstî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de gihîşt Bexdayê.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, îro danê êvarê gihîşt bajarê Bexdayê.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, armanc ji vê serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo gotûbêjkirina li ser bûdceya sala 2023, proje yasaya neft û gazê, madeya 140 û hin mijarên din e.

Biryare şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê çendîn hevdîtinan li gel berpirs û aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Îraqê bike, ji gihîştina bi rêkeftinekê li ser çend pirsên hilawîstî yên ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de nehatine çareserkirin.

Ji aliyekî din ve, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah ragihand, li ser biryar û rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de serdana Bexdayê dikin.

Got jî: Serdana vê şanda di çarçova serdanên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ye, ji bo gihîştina rêkeftinekê li ser yasaya petrol û gazê, bûdce, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din.