Hejmara qurbaniyên erdheja Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi ser 5 hezar kesî ket

Bajarokê Cindirêsê - Wêne: Star Ehmed / K24
Bajarokê Cindirêsê - Wêne: Star Ehmed / K24

Navenda Nûçeyan (K24) – Termên bi dehan qurbaniyên erdhejê hîn jî di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de ne, tîmên rizgarkirinê ji ber dijwariya kar û piştî xebatên berdewam ên nêzî 6 rojan heta îro negihîştine wan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara qurbaniyên erdhejê heta niha gihiştiye 5273 kesan, ji wan 2063 kes li deverên rêjîmê ne û 3210 kes jî li Efrînê û deverên din ên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne, her wiha zêdetir ji 7300 kesan jî birîndar bûne.

Li gorî Rewangehê, dibe ku hejmara qurbaniyan li Sûriyê di encama erdheja wêranker de bigihêje zêdetir ji 7 hezar kesî, ji ber hebûna bi sedan kes di bin kavilan de ku heta niha nehatine derxistin.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhejê bandoreke wêranker li herêma Efrînê û bakurê Sûriyê kir û hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û welatî bûn qurbanî.

Di vê derbarê de Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ragihandibû, li bajêr ku 115 hezar kes lê dijîn, ji encama erdheja rû daye, rewşa mirovî gelekî aloz bûye û 257 avahî bi temamî hilweşiyane û 1100 xanî ziyan dîtine.

Li gorî amarên Odeya Operasyonan heta niha, zêdetir ji 750 kesî di erdhejê de canê xwe ji dest dane û 2692 malbat bê cih û war mane.

Piştî şeş rojan ji erdheja yekem a li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, îro hejmara miriyan 28 hezar kes derbas kir.

Serokê Alîkariya Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths piştî ku roja şemiyê ji bo nirxandina ziyanên erdhejê gihişte başûrê Tirkiyê got ku tê pêşbînîkirin ku jimara qurbaniyan bi kêmanî ve du qatan zêde bibe.