Abdulrehman Kurt: Herêma Kurdistanê di vê erdhejê de deriyekî hevkariyê yê giring bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Lîjneya Biryardana Navendî ya AK Partiyê Abdulrehman Kurt radigihîne, “Helwesta birêz Mesûd Barzanî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li cem xelkê me cihê dilxweşiyê ye û hevsozî û hevxemiya wan di vê demê de gelekî giring e.”

Abdulrehman Kurt li ser rexneyên ku li desthilata AK Partiyê tên girtin ku xabatên li hember erdhejê baş orgenîze nekiriye got: “Di karesateke wiha mezin de, xelk çi dixwaze dikare bibêje. Li Amerîka erdhej rû da û li Almanyayê lehî rabû, tevî ku wan amadekarî kiribûn. Lê di vê erdhejê de hinek zehmetî di roja yekem de hebûn ku em bigihin navçeyên erdhejê. Di vê karesatê de xelkê Tirkiyê bi Kurd, Tirk, Ereb û laz hemû bi hawara hevdu hatin. Heta di hewla derbeya 15ê Tîrmehê de, min yekgirtiyek nedît.”

Her wiha got: “Birêz Mesûd Barzanî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û gelek welatên cîhanê di vê erdhejê de bi hawara Tirkiyê hatin, ev yek cihê rêzê ye. Her wiha em jî di karesatan de bi hawara welatên din çûne, wek mînak di erdheja Efxanistanê de jî em bi hawara wan hatin û me alîkarî şandin.”

Got jî: “Helwesta birêz Mesûd Barzanî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li cem xelkê me cihê dilxweşiyê ye û hevsozî û hevxemiya wan di vê demê de gelekî giring e û niyazeke baş û biratî nîşan dan. Dem welatiyên me di zehmetiyê de bûn, wan deriyekî hevkariyê ji wan re vekirin, ev jî bû sedemek ku biratî û hevkarî di navbera Kurd û Tirkan de çêbike.”

Her wiha got: Ev pêngava Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşerojê gelekî giring e. Bi taybet ku Kurd maf û dadperweriyê dixwazin. Di vê ciyografiyê de gelek xelk bi hev re jiyaye, lê ji hevdu tirsiyaye, li şûna wê jî divê biratî û dostanî bicih bibe.”