Hejmara qurbaniyên erdhejê li her du dewletan 34 hezar kes derbas kir

Dîmenek ji erdheja Cindirêsê
Dîmenek ji erdheja Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara qurbaniyên erdheja ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê rû daye 34 hezar kes derbas kir, piştî ku termên din ji bin kavilên avahiyên wêrankirî hatin derxistin.

Di roja heftemîn a erdheja ku roja Duşema borî rû da, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara qurbaniyan gihîşt 29 hezar û 605 kesan, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî hejmara gurbaniyan gihîşt nêzîkî 4 hezar û 500 kesî.

Îro Duşemê jî, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê karîn gelek kesên ku li çend bajarên Bakur û Tirkiyê ji bin kavilan derxin, lê hêviya dîtina kesên din ên sax jî kêm dibin. Ji aliyê xwe ve jî, Berevaniya Sivîl li bakurê Sûriyê bidawîbûna operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ragihand.

Tevî ku hefteyek di ser erdheja Mereşê re derbas bûye, lê piştlerze hin jî didomin. Rewangeha Erdhejê ya Tirkiyê ragihand, duh Yekşemê li heman parêzgehê du erdhejên din ên bi pileya 4,1 û 4,6 pile pêk hatine.

Li Sûriyê jî, rexneyên li ser xemsariya alîkariyên navdewletî ji bo ziyanpêketiyên erdhejê li bakurê rojavayê Sûriyê, tevî ku 7 roj di ser erdhejê re derbas bûne, berdewam in.

Di vê derbarê de jî, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ji bo Karûbarên Mirovî Martin Griffiths li wê yekê mikur hat ku kesên ku li bakurê rojavayê Sûriyeyê dijîn, ji mafê wan e hest bikin ku civaka navdewletî dest ji wan berdaye.

Li ber ronahiya daxuyanî û sozan jî, biryar e îro Duşemê Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo bersivdana erdheja ku li Tirkiye û Sûriyê rû daye, bicive û şêwirên girtî bike.

Nûnera Amerîka li Netewên Yekgirtî Linda Thomas Greenfield di daxuyaniyekê de got, Amerîka bang li Encûmena Asayişa Navdewletî dike ku "demildest deng bide" ji bo şandina alîkariyên navdewletî di deriyên sînorî yên zêdetir re bo bakurê rojavayê Sûriyê, ku di bin kontrola opozîsyonê de ye.

Roja 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Di pişt re jî bi sedan piştlerze çêbûn. Erdhejê bandoreke wêranker li Bakurê Kurditanê, Tirkiye kir û ziyanên mezin ên canî û madî li pişt xwe anîn.