Sancar: Xemsarî û bêkêriya hikûmetê, karesata erdhejê mezintir kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar radigihîne, xemsarî û bêkêriya hikûmeta Tirkiyê, karesata erdhejê mezintir kiriye.

Navenda Hevahengiya Krîzê ya HDPê bi rojeva erdhejê li Enqerê civiya. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî rexneyên tund li hikûmeta Tirkiyê girtin û got, xemsarî û bêkêriya hikûmetê, pirsgirêk mezintir kirine.

Mîthat Sancar diyar kir ku di bingeha vê karesatê de bêxemî, bêkêrî û nehevahengiya hikûmetê heye. Siyaseta talanê û berjewendiya hin aliyan, sedema sereke ya karesatê ye.

Sancar herwiha got jî: “Hikûmet ji bo alîkarîkirina welatiyan gelek dereng maye. Ev derengketin û nebûna hevahengiyê bû sedema zêdebûna hejmara qurbaniyan. Hikûmetê nekariyê krîzê bi rê ve bibe û lewma erdhej veguherî krîz û trajediyekê mirovî. Di vê karesatê de desthilatdarî nikare berpirsyariya xwe veşêre.”