Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonê yê li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 14ê Sibata 2023an li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê nû yê Japonê yê li Iraqê Futoshi Matsumoto kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 14ê Sibata 2023an li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê nû yê Japonê yê li Iraqê Futoshi Matsumoto kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û gefên terorê hatin guftûgokirin.

Balyozê Japonê yê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê hebû û ev jî ragihand, welatê wan xwazyarê wê yekê ye ku li Iraq û Herêma Kurdistanê geşbûn û aramî hebe.

Herwiha daxwaz jî kir peywendiyên di navbera Japon û Iraq û Herêma Kurdistanê bê pêşxistin û bi kurtî jî di derbarê projeyên aborî û bingehîniyên Japon li Iraq û Herêma Kurdistanê xisterû.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî hevkariyên Japonê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û di erk û karên wî de hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Japonê xwest.