UNICEF: 7 milyon zarok ji erdheja li Tirkiye û Sûriyê bi bandor bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Alîkariya Zarokan a Netewên Yekgirtî (UNICEF) îro Sêşemê ragihand, 7 mîlyon zarok ji ber erdheja wêranker a hefteya borî bi bandor bûne, tirsa xwe jî nîşan da ku dibe “bi hezaran” zarokan canê xwe ji dest dabin.

Berdevkê UNICEF James Elder li Cenevê ji rojnamevanan re got: “Li deh parêzgehên Tirkiyê ku erdhej lê rû daye 4.6 milyon zarokê lê dijîn û li Sûriyê jî 2.5 milyon zarok bi bandor bûne.”

Got jî: “Di wan her du erdhejên ku hefteya borî li başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê rû dane de, dibe ku bi hezaran zarok canê xwe ji dest dabin.”

Di vê çarçoveyê de, berpirsên pilebilind ên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) îro gotin, piştî erdheja wêranker, pêwîstiyên mirovî yên Sûriyê gihîştine asta herî bilind ku bi hezaran kes li wir û li başûrê Tirkiyê canê xwe ji dest dan.

Berpirsa Hawarhatinê yê WHO Adelheid Marchang got, Tirkiyê xwedî şiyaneke bihêz e ku dikare serederiyê bi krîzê re bike, lê pêwîstiyên bingehîn li Sûriyê kêm in ku ji berê ji ber şerê navxweyî û derketina kolerayê, bi salan e rastî êş û azaran tê.