Yekîtiya Ewropayê konferansek ji bo komkirina alîkariyên mirovî saz dike

Meha bê, li bajarê Bruksela paytexta Belçîkayê, Yekîtiya Ewropayê dê alîkariyên mirovî ji bo ziyandîtiyên erdheja Tirkiye û Sûriyê kom bike.

Hewlêr (K24) – Yekîtiya Ewropayê ji destpêka meha bê ve, konferansek ji bo komkirina alîkariyên mirovî bo Tirkiye û Sûriye saz dike.

Meha bê, li bajarê Bruksela paytexta Belçîkayê, Yekîtiya Ewropayê dê alîkariyên mirovî ji bo ziyandîtiyên erdheja Tirkiye û Sûriyê kom bike.

Konferans dê bi hevahengiya ligel desthilatdarên Tirkiyê bibe, welatên cîran ên Yekîtiya Ewropayê û welatên endamên Neteweyên Yekbûyî û saziyên darayî dikarin beşdar bibin.

Ji aliyekî din ve jî rêxistinên xêrxwazî yên Brîtanyayê zêdetirî 350 hezar Pound wek alîkariya mirovî dişînin Tirkiyê.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Heta niha 76 welatan amadebûna xwe ji bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.

Di vê navberê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.