Serok Barzanî: Çaksazî û guhertinên di nava PDKê de berdewam dibin

Serok Mesûd Barzanî îro di gotarekê de diyar kir ku çaksazî û guhertinên di nava PDKê de berdewam dibin bi navê bihêztirkirina biha û prensîp û armancên wê yên bilind.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro di gotarekê de diyar kir ku çaksazî û guhertinên di nava PDKê de berdewam dibin bi navê bihêztirkirina biha û prensîp û armancên wê yên bilind.

Roja çarşemê 15ê Sibata 2023an li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel serkirdayetiya her du rêxistinên Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê civiya.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de eşkere kir, di destpêka wê civînê de bi kurtî di derbarê kar û çalakiyan û amadekariyên ji bo sazkirina kongreya her du rêxistinan hate pêşkêşkirin.

Paşê Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir. Di destpêka gotara xwe de Serok Barzanî bi helkefta nêzîkbûna hejdehê Sibatê û heftehemîn salvegera damezrandina her du rêxistinên Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê pîrozbahiyê li lawan û qutabiyên xweşdivî kir û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo wan xwest.

Herwiha ji bilî balkişandina li ser girîngiya rola qutabiyan û lawan ya li pêgihandina kadirên ji bo berdewamiya xebata siyasî û hizbî daxwaz kir ku her du rêxistin bi planeke ronî û zelal ji bo paşerojê û bi ruhekî hevalînî û niştimanperwerane û bi navê yarmetîdana proseya perwerde û pêgihandina lawan û qutabiyan kongreya xwe saz bikin.

Di beşeke din a gotara xwe de Serok Barzanî bal kişand li ser rasparde û derencamên kongreya çardeha PDK û tekez li wê yekê kir ku divê PDK ji bo wan armanc û prensîpan bigerê ku bi navê wê hatiye damezrandin.

Serok Barzanî ev jî xisterû ku çaksazî û guhertinên di nava PDK berdewam dibin bi navê bihêztirkirina biha û prensîp û armancên wê yên bilind.

Di beşeke dina civînê de Serok Barzanî hevbeşiya xwe ji bo xem û êşên ziyanberketiyên erdheja heftiya derbasbûyî ya Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriye dûpat kir û pêzanînên xwe jî ji bo hevkarî û bi deng ve çûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hemû xelkê Kurdistanê ya ji bo ziyanberketiyên erdhejê hebû.

Rewşa siyasiya Iraqê û rewşa navxweya Herêma Kurdistanê mijareke din a gotara Serok Barzanî bûn û li vî derbarî de Serok Barzanî berçavrûniyên pêwîst ji bo amadebûyan xisterû.