Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokomarê Fransa re dicive

Mesrûr Barzanî bi Emmanuel Macron re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Parîsê bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re dicive.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî 15ê Sibata 2023an bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Fransa, Parîsê. Îro jî dê li gel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û berpirsên din ên pilebilind bicive û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa di hemû waran de gotûbêj bikin.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dzeyî ragihand, Mesrûr Barzanî bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re dicive û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa, rewşa ewlehî û aborî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dikin.

Pêwendiyên Kurdistan û Fransa yên dîrokî hene ku di dema desthilatdariya çendîn serokên Fransayê de û di qonaxên cuda de hatine pêşxistin. Di şerê li dijî DAIŞê de jî, Fransa di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo têkbirina DAIŞê de, piştevaneke bihêz a Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bû.