Civîna Mesrûr Barzanî û Emmanuel Macron bi dawî bû

Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi dawî bû.

Hewlêr (K24) – Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi dawî bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî 15ê Sibata 2023an bi serdaneke fermî gihîşt Parîsa paytexta Fransayê û vê êvarê ligel Emmanuel Macron dest pê kir.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dzeyî ragihand, Mesrûr Barzanî bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re dicive û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa, rewşa ewlehî û aborî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dikin.

Pêwendiyên Kurdistan û Fransa yên dîrokî hene ku di dema desthilatdariya çendîn serokên Fransayê de û di qonaxên cuda de hatine pêşxistin. Di şerê li dijî DAIŞê de jî, Fransa di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo têkbirina DAIŞê de, piştevaneke bihêz a Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bû