Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokê Encûmena Pîran a Fransayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Fransayê de, ligel Serokê Encûmena Pîran a Fransayê Gerard Larcher civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Fransayê de, ligel Serokê Encûmena Pîran a Fransayê Gerard Larcher civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêwîstiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, gotûbêj hate kirin.

Di hevdîtinê de Serokê Encûmena Pîran a Fransayê, bi rêz û pêzanîn bal kişand ser xebat û qurbanîdanên Pêşmergeyê Kurdistanê, bi taybetî di têkbirina terorîstên DAIŞê û parastina pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de.

Tevî spaskirina hikûmet û gelê Fransayê ji bo piştevaniya gelê Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xiste rû.

Herwiha diyar kir, girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa devera Şingalê û xweşkirina zemîna vegera