Mesrûr Barzanî: Em ligel Fransayê pêwendiyên xwe zêdetir pêşve dibin
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna ligel Serokê Fransayê ragihand, ligel Fransayê pêwendiyên xwe zêdetir pêşve dibin, bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de.
Îro Pêncşemê 16 Sibata 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez kêfxweş bûm ku îro li Koşka Elysee, ligel Emmanuel Macron civiyam.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Em bi hev re hevkar û alîkar bûn di parastina cîhanê de ji terorîstên DAIŞê, niha jî pêwendiyên xwe zêdetir pêşve dibin, bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de.”
Îro Pêncşemê 16ê Sibata 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Koşka Elysee ya li Parîsê, ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin û civiyan.
Pleased to see President @EmmanuelMacron in the Élysée today.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) February 16, 2023
Together we helped safeguard the world from ISIS. Now we’re building trade and investment ties to sustain our peoples.
France is an ally with a common vision; enhancing our region and the security of Europe -mb. pic.twitter.com/qytdX7kBMc